Mesrûr Barzanî serdana Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û derbarê kar û projeyên wezaretê yên ji bo xizmeta hemwelatiyan de agahî wergirtin.

Îro 13.06.2022yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di berdewam serdanên xwe yên ji bo wezaretan de îro jî serdana Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê kir û ji aliyê Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî û berpirsên dinê wezaretê ve pêşwazî lê hate kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend rojên borî de jî serdana Wezareta Navxwe, Wezareta Darayî, Wezareta Geştûguzar, Wezareta Avadanî û Niştecîhbûnê kir û gelek biryarên giring ji bo baştir xizmet kirina hemwelatiyan hatine dayîn
Nûvekirina herî dawî: 05:31:52