Mesrûr Barzanî serdana Wezareta Dadê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji nêzîk ve rewş û karûbarên Wezareta Dadê dişopîne

7 Tîrmeh 2022 - 10:22
7 Tîrmeh 2022 - 10:22
 0
Mesrûr Barzanî serdana Wezareta Dadê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo ji nêzîk ve rewş û karûbarên Wezareta Dadê bişopîne, serdana wê wezaretê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê serdanê de ligel Wezîrê Dadê Fesest Ehmed dicive û piştre ligel berpirsên wezaretê û rêveberên giştî yên wezartê, guftûgoyan derbarê karûbarên wezaretê de dike.

Pêştir Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana hejmarek ji wezareta kiribû û ji nêzîk ve rewş û karûbarên wan wezaratan şopandibû.

Ev nûçe bi tevahî 840 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:54:54