Mesrûr Barzanî û Letîf Reşîd rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd re civiya.

18 Çile 2023 - 04:30
18 Çile 2023 - 04:30
 0
Mesrûr Barzanî û Letîf Reşîd rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê şeva borî di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Swîsreyê di çarçoveya Korbenda Aborî ya Davosê de bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd re civiya.

Li gorî daxuyaniyê. Di civînê de rewşa giştî ya Iraqê, çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li gorî destûrê û karkirina ji bo baştirkirina xizmetguzariyan li Iraqê hat gotûbêjkirin.

Her li gorî daxutayaniyê, di civînê de Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî amade bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duhî di çarçoveya beşdarbûna di Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davos 2023 de, çend hevdîtinên girîng pêk anîbûn

Ev nûçe bi tevahî 992 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:12:01