Mesrûr Barzanî vegerandina qerzên hevjînî û xaniyan rawestand
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wergirtina qerzên pêşîne yên hevjînî û xaniyan ji welatiyan rawestand.

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryara wergirtina qerzên hevjînî û xaniyan ji welatiyan hat rawestandin.
Di rojên derbasbûyî de Serok Barzanî ligel xelkê parêzgeha Duhokê civiya û rawestandina wergirtina qerzên zewac û xaniyan ji welatiyan, yek ji daxwazên xelkê wê parêzgehê bû.
Nûvekirina herî dawî: 08:48:11