Mesrûr Barzanî wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di Parlemanê de bawerî wergirt
Îro Çarşemê 10ê Tîrmeha 2019an di rûniştineke taybet de, bi piraniya dengên parlemantaran bawerî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hat dan.

Di rûniştinê de, bi tevahiya dengên 88 parlemanteran, bawerî bi Mesrûr Barzanî hat dan û bû Serokwezîrê Herêma Kurdistanê.
Pêkhateya Kabîneya Nehem bi Sewrokatiya Mesrûr Barzanî ji 23 kesan pêk tê ku jê 3 wezîr jin in.
Piştî dayîna baweriyê bi kabîneya nehem, bernameya çar salên bê ya kabîneya hikûmetê li hola Parlemanê ji parlemantaran û raya giştî re tê diyarkirin.
Nûvekirina herî dawî: 01:56:10