Mesrûr Barzanî yekem portala vêzeya elektronî li Herêma Kurdistanê ragihand

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yekem portala vîzeya elektronîkî li Herêma Kurdistanê ragihand, ku ev yek beşek ji bernameya hikûmetê ya di warê dîjîtalkirina xizmetên giştî de ye.

22 Sibat 2023 - 09:03
22 Sibat 2023 - 09:03
 0

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di twîteke xwe de ragihand, biryar e elektronîkirina karûbarên hikûmetê heta dawiya sala 2025an temam bibe.

Li gorî nûçeya K24'ê Mesrûr Barzanî di vîdyoyekê de ku li hejmara xwe ya fermî ya “Twitter” belav kiriye, got: Di çarçoveya xizmetên hikûmetê de, me niha projeya E-Vîza (vîzeya elektronîkî) da destpêkirin.

Derbarê armanca damezirandina vê projeyê de, Mesrûr Barzanî eşkere kir ku ev proje dê alîkariya hemû wan kesan bike ku dixwazin ji bo geştiyariyê yan jî veberhênanê serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand jî, bi rêya vê projeyê, kesên ku dixwazin serdana Herêma Kurdistanê bikin, dê di demeke kurt de vîzeya xwe bistînin.

Ev nûçe bi tevahî 594 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:12:46