Metropoll: Jı sedî 17 dengderên AK Partiyê dê deng bidin opozisyonê

Li gor Kompanya Rapirsiyê ya Metropollê, 17 ji sed dengderên ku pêştir dengê xwe didan AK Partiyê, di hilbijartinên bê de dê deng bidin partiyên opozisyonê.

7 Tîrmeh 2022 - 10:32
7 Tîrmeh 2022 - 10:32
 0
Metropoll: Jı sedî 17 dengderên AK Partiyê dê deng bidin opozisyonê

Kompanya Rapirsiyê ya Metropollê, encamên rapirsiyaxwe ya meha Hezîrana 2022ê eşkere kir.

Li gor rapirsiyê, 73 ji sedê xelkê dibêjin di sala dawî de rewşa aborî xerabtir bûye û 10 ji sedê xelkê jî dibêjin rewşa aborî baştir bûye.

Herwiha li gor encamên rapirsiyê, ji sedê 17ê dengdêran gotine ew dê di hilbijartinên bê de dengê xwe bidin CHP û ÎYÎ Partiyê û ji sedî 26an jî gotine “me biryar nedaye”.

Ev nûçe bi tevahî 858 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:35:07