Mezlûm Ebdî û ENKS civiyan

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û ENKS li hev civiyan.

24 Berfanbar 2024 - 08:48
24 Berfanbar 2024 - 08:48
 0
Mezlûm Ebdî û ENKS civiyan

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif da zanîn ku “Hevpeymaniya Navnetweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon ) beşdarî civînê bûye” û dê civîneke din jî were kirin.

Hat zanîn ku civîn li Hisîçayê (Hesekê) li baregeheke Amerîkayê hatiye kirin.

“Me li ser berdewamiya diyalogê li hev kir”

Endama Desteya Serokatiyê ya ENKSyê Fesla Yûsifê jî ji ajansa Rûdawê re eşkere kir ku civîn baş derbas bûye û got:

“Me li ser berdewamiya diyalogê li hev kir, civîn bi amadebûna aliyên Amerîkî û Fransî bû.

Di demeke nêzîk de dê civînineke din de hebe.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku civîn pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, di civînê de hatiye diyarkirin ku divê nakokiyên di navbera aliyan de zû çareser bibin û berdewamiya hevdîtinan girîng e.

 

Ev nûçe bi tevahî 558 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:48:52