Mihemed Hacî Mehmûd: PYDê hemû daxwazên rêjîma Sûriyê qebûl kiriye

Serokê PSDK ragihand ku projeya Amerîkayê li herêmê ji ber siyaseta Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) têk çûye, Sûriye bûye sînorê wan.”

7 Berfanbar 2022 - 04:45
7 Berfanbar 2022 - 04:45
 0
Mihemed Hacî Mehmûd: PYDê hemû daxwazên rêjîma Sûriyê qebûl kiriye

Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) ragihand ku projeya Amerîkayê li herêmê ji ber siyaseta Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) têk çûye, Sûriye bûye sînorê wan.”

Serokê PSDK Mihemed Hacî Mehmûd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Guhertinên herêmê di qonaxeke hesas re diçin, Amerîka nekariye pirojeya Rojhilata Navîn temam bike, Amerîka nekariye hêzeke bihêz pêkbîne. Hikumeta li Iraqê hîn jî nekariya li Iraqê bi ser neketîye û karê xwe bi rêk û pêk neanîye, Sûrîye radestî Tirkîyê kir, li Yemenê bi ser neket, li Efxnîstanê bi ser neket û radestî Talîbanê kir, Lîbya jî radestî Tirkîyê kir û Filistîn di dawiyê de, ne li vê herêmê. Ew ê bimîne û niha bi karê xwe yê malê re mijûl e.”

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê jî Mihemed Hacî Mehmûd dibêje:"Amerîka û Îran ji operasyona Tirkiyeyê ne razî ne. Bi qasî ku ez dizanim hêzên PYDê û rêveberiya Rojava bi fermî ji hikûmeta Sûriyeyê xwestine ku vegere sînorê rojavayê Sûriyeyê. Rêveberî ji Amerîka û Rûsyayê bêhêvî ye, nexwe çima ji Sûriyê daxwaz dike ku wan deran bigire ji ber ku Amerîka kengî bixwaze dikare vekişe."

Ev nûçe bi tevahî 612 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:41:05