MSDê li bajarê Dêrikê panelek saz kir
Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, li ser vexwendina Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) panelek derbarê rewşa siyasî ya herêmê de hat sazkirin.

Çavkaniyeke beşdarî panelê da zanîn ku piraniya aliyên siyasî û nûnerên pekhate û civaka sivîl ên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Rojhilatê Sûriyê beşdarî panelê beşdar bûne.
Panel li jêr sernavê "Hevdîtina Sêalî, Gefên Tirkiyê û Bandora Wan li Ser Çareseriya Siyasî ya Sûrî" hat sazkirin û tê de li ser helwêsta Rûsya û Amerîka ya derbarê gefên Tirkiyê de hat rawestandin.
Di panelê de, ji bilî nûnerên partiyan, nûnerên pêkhateyên herêmê, rewşenbîr û nûnerên civaka sivîl jî beşdar bûn.
Nûvekirina herî dawî: 09:03:40