Mustafa Karasu: Divê Tirkiye li Rêveberiya Xweser xwedî derkeve
Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Mustafa Karasu got, “Divê dewleta Tirk li Rêveberiya Xweser xwedî derkeve.”

Mustafa Karasu ji Medya Haberê re axivî û rûdanên dawî yên derbarê pêvajoya çareseriyê, cezayê li Amedsporê û siyaseta Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê nirxandin.
"Bi nêzîkatiyeke ji rêzê pêvajo bi pêş nakeve"
Karasu hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re wekî tiştekî "normal" bi nav kir û got ku divê wekî biryareke siyasî neyê dîtin,lê ji ber ku di pêvajoyeke wiha de pêk hatiye divê girîng bê dîtin.
Karasu daxuyaniyên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî bi bîr xistin û got:
"Devlet Bahçelî got, 'Bila rêxistinê fesix bike; bê li meclîsê biaxive'. Rêbertiyê fermana fesixkirina PKKyê da, xwest, têkoşîna çekdarî bê rawestandin, me jî fermanên Rêbertiyê bi cih anîn.
Gotinên Devlet Bahçelî nehatin bicihanîn. Divê bi cih bên anîn. Çawa ku me pêwîstî bi cih anîn, divê Devlet Bahçelî jî,hikumeta AKP-MHPyê jî bi cih bîne, daxwazên Rêberê me pêk werin, bibe xwedî derfetên azad ên xebatê.
Lê belê heta niha ev yek pêk nehat. Rêbertiyê bersiv da daxuyaniya Bahçelî û berpirsiyariya xwe bi cih anî."
"Hebûna gelê Kurd bi Kurdî şênber dibe"
Mustafa Karasu derbarê cezayê ku ji ber nivîsa bi Kurdî li Amedsporê hatiye birîn jî axivî û matmayîna xwe anî ziman:
"Dema ku me bihîst ji ber dirûşma bi Kurdî ceza li Amedsporê hatiye birîn, em mat man.
Bi taybetî di vê atmosferê de... Pirsgirêka Kurdan tê nîqaşkirin, qala pêvajoyê tê kirin lê belê tîmek ji ber reklama bi Kurdî tê cezakirin.
Ev yek bi rengekî vekirî nêzîkatiya li hemberî Kurdî ye. Ya rast ev yek nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd e.
Hebûna gelê Kurd bi Kurdî şênber dibe. Gelek bi zimanê xwe tê bibîranîn."
"Gelo Tirkiye dixwaze Sûriye demokratîk bibe yan na?"
“Divê dewleta Tirk li Rêveberiya Xweser xwedî derkeve”
Karasu siyaseta Tirkiyeyê ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rexne kir û got ku hem polîtîkaya Tirkiyeyê hem jî ya Şamê şaş e.
Wî diyar kir ku divê Tirkiye piştgiriyê bide Rêveberiya Xweser û wiha pê de çû:
"Divê dewleta Tirk li Rêveberiya Xweser a li wê derê xwedî derkeve. Tirkiye dixwaze Sûriye demokratîk bibe yan na?
Demokratîkbûna Sûriyeyê jî bi lihevkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi Şamê re dibe. Mebest ji lihevkirinê ne ew e ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teslîmî Şamê bibe.
Em yên din bidin aliyekî, jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê polîtîkaya Şamê ya têkildarî jinan qebûl nakin.
Divê Şam jî qanûnên entegrasyona demokratîk derxe û bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû Sûriyeyê re li ser bingeha demokratîk bibe yek. Divê dewleta Tirk jî di vê mijarê de bibe alîkar, gefan nexwe."
Nûvekirina herî dawî: 01:11:45