Îlham Ehmed: Ji bo vekirina Dêriyê Nisêbînê rêkeftineke destpêkî heye

Îlham Ehmedê ragihand ku ji bo vekirina Deriyê Sînorî yê Qamişlo û Nisêbînê "lihevkirineke destpêkî" heye.

1 Cotmeh 2025 - 10:49
1 Cotmeh 2025 - 10:49
 0
Îlham Ehmed: Ji bo vekirina Dêriyê Nisêbînê rêkeftineke destpêkî heye

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê da zanîn ku dan û standinên li ser birêvebirina wî deriyê sînorî berdewam in û wekî prensîb lihevkirineke destpêkî heye ku ew derî were vekirin.

Îlham Ehmedê eşkere kir ku Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî bi rêya Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper ji hikûmeta Şamê re gotiye ku ew ji bo yekgirtinê û avakirina komîteyên hevbeş amade ne.

Îlham Ehmedê derbarê daxwaza Washingtonê ya ji Şamê ku tevlî Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bibe jî got, divê hikûmeta Şamê helwesta xwe ya li hemberî şerê li dijî terorê eşkere bike.

 

Ev nûçe bi tevahî 44 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:35:36