Mustafa Ozçelîk: Ez bi wefata welatperwerê Kurd, kek Mehmûd Yoruk gelekî xemgînim

Mehmûd Yoruk îro(09.11.2022) ji ber nexweşîya xwe koça dawî kir.

9 Mijdar 2022 - 04:45
9 Mijdar 2022 - 04:45
 0
Mustafa Ozçelîk:  Ez bi wefata welatperwerê Kurd, kek Mehmûd Yoruk gelekî xemgînim

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk sersaxîyê ji malbata kek Mehmûd kir

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk peyama xwe de dibêje;

Ez bi wefata welatperwerê Kurd, kek Mehmûd Yoruk gelekî xemgînim

Welatperperê Kurd, kedkarê zimanê kurdî, kedkarê doza azadîya Kurdistanê, kek Mehmûd Yoruk îro(09.11.2022) ji ber nexweşîya xwe koça dawî kir.

Ez bi wefata welatperwerê Kurd, dost û hevalê hêja, kek Mehmûd Yoruk gelekî xemgînim.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.

Li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endam û alîgirên PAKê, sersaxîyê ji malbata kek Mehmûd ra dixwazim.

Serê hemû heval û hogir û hezkirîyên wî, serê me hemûyan sax be.

Serê gelê Kurdistanê sax be.

09.11.2022

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

Ev nûçe bi tevahî 420 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:35:02