Mustafa Ozçelîk: Ez êrîşa nîjadperestî ya li ser kurdên li Parîsê dijîn hatîye kirin şermezar dikim

Mustafa Ozçelîk, êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya şermezar kir

24 Berfanbar 2022 - 10:10
24 Berfanbar 2022 - 10:10
 0
Mustafa Ozçelîk: Ez êrîşa nîjadperestî ya li ser kurdên li Parîsê dijîn hatîye kirin şermezar dikim

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk li ser êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê ku di encamê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin daxuyaniyek da

Mustafa Ozçelîk êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya şermezar kir û got;

‘’Roja 23ê Çileya Pêşîna 2022yê, kesekî Fransiz ku temenê wî 69 sal e, li Parîsa paytexta Fransayê bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 Kurd hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Ez vê êrîşa nîjadperestî şermezar dikim.

Sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên vê êrîşê ra, şîfaya xêrê ji birîndaran ra dixwazim.Serê gelê me sax be.

Serokê Fransayê Rêzdar Emmanuel Macron di derbarê vê êrîşa çekdarî da hevxemîya xwe dîyar kirîye û gotîye kurd bûne armanc. Ji ber vê helwesta cenabê wî, ez spasîya rêzdar Macron dikim û hêvî dikim ku di demeke kurt da sebebê vê êrîşê û yên li pişt vê êrîşê ne dê bêne dîyar kirin û êrîşkar jî dê bê ceza kirin.

Di serî da hemû kurdên ku li dîasporayê dijîn, divê hemû kurdên cîhanê li himberî êrîşên nîjadperestî yên bi vî rengî helwesteke yekgirtî bigirin.’’

24.12.2022

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

Ev nûçe bi tevahî 461 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:09:20