Mustafa Ozçelîk, Polîtburo û Komîteya Navendî ya nû ya PDK-Sê pîrozkir

Em bi dilxweşî pê agahdarbûn ku Partiya Demokarat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi awayekî serkeftî 12emîn konreya xwe li dar xistîye û di kongreyê da Komîteye Navendî ya nû ya PDK-Syê hatîye hilbijartin.

15 Hezîran 2023 - 11:02
15 Hezîran 2023 - 11:02
 0
Mustafa Ozçelîk, Polîtburo û Komîteya Navendî ya nû ya PDK-Sê pîrozkir

Serokê Giştî ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik, bi boneya hilbijartina Sekreterê Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Suriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl pîrozkir. Peyama Özçelik'de ev gotin hatine rêzkirin:

"Rêzdar Mihemed Îsmaîl

Partiya Demokarat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S)

Em bi dilxweşî pê agahdarbûn ku Partiya Demokarat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi awayekî serkeftî 12emîn konreya xwe li dar xistîye û di kongreyê da Komîteye Navendî ya nû ya PDK-Syê hatîye hilbijartin. Herweha di civîna Komîteye Navendî da cenabê we wek Sekreterê Giştî yê PDK-Syê hatîye hilbijartin.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû endam û alîgirên PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) cenabê we û endamên Polîtburo û Komîteya Navendî ya nû pîroz dikim.

Em di têkoşîn û xebata we ya ji bo azadîyê û ji bo bidestxistina mafên neteweyî û niştimanî yê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê da serkeftinê ji we ra dixwazin.

Li gel rêz û silavên xwe."

Mustafa Ozçelîk Serokê Giştî yê PAKê

Ev nûçe bi tevahî 845 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:41:02