Mustafa Ozçelîk: Roja jidayikbûna pêxemberê îslamê hezretî Mihemed Mistefa li hemû misilmanan pîroz be!

Em bi minasebeta roja jidayikbûna(Mewlîd) pêxemberê îslamê Hezretî Mihemed Mistefa, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê dikin.

16 Îlon 2024 - 07:14
16 Îlon 2024 - 07:14
 0
Mustafa Ozçelîk:  Roja jidayikbûna pêxemberê îslamê hezretî Mihemed Mistefa li hemû misilmanan pîroz be!

Em bi minasebeta roja jidayikbûna(Mewlîd) pêxemberê îslamê Hezretî Mihemed Mistefa, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê dikin.

Em hêvî û daxwaz dikin ku roja jidayîkbûna pêxemberê îslamê, ji gelê Kurdistanê re bibe destpêka yekitî, tifaq, jihevhezkirin, lihevxwedîderketin, xweşbînî, hevrêzî ya navxweyî û xurtkirina hişmendîya neteweyî, niştimanî, pêkvejîyanê û parastina hemû destkeftîyên kurdan; bibe destpêka aramî, bextewarî, azadî, serfirazî û aşitîyê.

Em hêvî û daxwaz dikin ku roja jidayîkbûna pêxemberê îslamê ji tevahîya gelên cîhanê re jî bibe destpêka azadî, wekhevî, xweşbînî û pêkvejîyanê û bibe destpêka xêr û xweşî û aşitîyê, pêkanîna mafên mirovan û parastina jîngehê.

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Ev nûçe bi tevahî 535 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:07:25