Nêçîrvan Barzanî caddeya 120 metrî li Hewlêrê vedike
Biryare îro projeya herî mezin ya xizmetguzarîyê piştî qeyrana darayîya herêmê, li bajarê Hewlêrê bê vekirin.

Tahir Ebdulla cîgirê parêzgarê Hewlêrê taybet bo War got: biryare îro, caddeya 120 metrî ku li çar dewrên bajarê Hewlêrê dizîvire û piştî qeyrana darayîya herêmê, projeya herî mezin ya xizmetguzarîye li herêma Kurdistanê, ji alîyê Nêçîrvan Barzanî, serok wezîrên herêma Kurdistanê ve, bê vekirin.
Got jî: ev cadde dê bibe egerê kêmkirina qerebalixa trumbêlan li nava bajarê Hewlêrê û herçend biryarbû li heftîya borî proje hatiba vekirin, lê ji ber rewşa xerab a seqayê, vekirina projeyê hatibû paşxistin.
Budceya proja caddeya 120 metrî li Hewlêrê, ji alîyê hikûmeta herêmê ve hatîye terxan kirin, lê piştî qeyrana darayî, kompanîyeka taybet ew proje girt ser xwe û ew pênc salin kar li ser tê kirin.
Nûvekirina herî dawî: 08:02:54