Nêçîrvan Barzanî: Em alîgirên diyalogê ne!
Serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Swêdê ya nû ku şandine Iraqê pêşwazî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêşwaziya Balyozê Swêdê yê Iraqê Pontus Melander de got: "Di çend rojên dawî gelek xelkên sivîl koç kirin, qetlîam pêk hatin û şerê navbera hikûmeta herêmî û navendî zêde dibe." û dilgiraniya xwe nîşan da. Herwiha Balyozê Swêdî destnîşankir ku dixwazin pirsgirêkên navbera her du aliyan bi diyalogê were çareserkirin.
Nêçîrvan Barzanî axaftina xwe de da zanîn û got: "Kurdistan ji serî de ji bo diyalogê vekiriye û banga wê dike. Em dizanin çareserî di diyalogê de ye, bi şer û pevçûnan ti pirsgirêk nayên çareserkirin. Herwiha divê civaka navneteweyî ji bo rawestandina şer û diyalogê guvaşê li Bexdayê bike."
Barzanî da dawiya axaftina xwe de bal kişand ser vê yekê û got; "Serokatiya siasî û ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve ewayek vekirî ji bo hikûmeta Bexda û raya giştî re jibo danûstandinan peyam hat rêkirin. Her wiha Herêma Kurdistan ji ber sekinandina şer û pevçûn demildest destpêkirina diyalogê ragihand ku encamên referandûmê cemidandiye."
Nûvekirina herî dawî: 02:26:07