Nêçîrvan Barzanî ji bo yekkirina Pêşmerge peyamên girîng dan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku navê Pêşmerge pîroz e û tekez li ser wê yekê kir ku divê gavên bilez û cidî ji bo yekxistina Hêzên Pêşmerge bên avêtin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi merasîmekê rûtbeyên 5 pêşmergeyên payebilind ên ku bûn general pêşkêşî wan kirin.
Nêçîrvan Barzanî ji boneya erkê nû fermandeyên Pêşmerge pîroz kirin û hêviya serkeftinê ji war re xwest.
Barzanî herwiha bal kişande ser serkeftina proseya çaksaziyê di nav Wezareta Pêşmerge de û giringiya yekxistina Hêzên Pêşmerge.
Nêçîrvan Barzanî di heman demê de got, "Pêşmerge navekî pîroz e" û diyar kir ku divê berî her tiştî Pêşmerge dilsozê ax, welat û gel be.
Barzanî teqez kir ku divê gavên bilez û cidî ji bo yekkirina Hêzên Pêşmerge bên avêtin û piştevaniya ji bo wê pêvajoyê nîşan da.
Fermandeyên Pêşmerge jî spasiyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kirin û soza dilsozî û xizmetkirina ji bo axa Kurdistanê dan.
Nûvekirina herî dawî: 01:44:07