Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî civiyan

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiyan.

10 Mijdar 2023 - 03:48
10 Mijdar 2023 - 03:48
 0
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî civiyan

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî hat Hewlêrê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ew qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Xê wêneyekî Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî belav kir û ragihand ku her du dicivin.

Mihemed Şiya Sûdanî duh ji bo serdanake fermî hat Hewlêrê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Balafirgeha Hewlêrê ew pêşwazî kir.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Pîrmamê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.

Ev car e sêyemîn e ku Sûdanî piştî wekî serokwezîrê Îraqê hatiye hilbijartin serdana Herêma Kurdistanê dike.

Ev nûçe bi tevahî 629 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:53:54