Nêçîrvan Barzanî dê tevlî COP29ê bibe

Bakuya paytexta Azerbeycanê dê mazûvaniya Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) bike.

11 Mijdar 2024 - 07:12
11 Mijdar 2024 - 07:12
 0
Nêçîrvan Barzanî dê tevlî COP29ê bibe

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê li gel serok û serokwezîr û serkirdeyên cihan û Rojhilata Navîn tevlî COP29ê bibe.

Nêçîrvan Barzanî li ser konferansê wiha got: “Em pabendbûna xwe bi Kurdistaneke kesktir û paqijtir dubare dikin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî li ser konferansê wiha got:

“Li gorî nêrîna Serokê Herêma Kurdistanê jîngeh, av û hewa yek ji mijarên sereke yên siyaseta Herêma Kurdistanê ne.”

COP29 dê sibe dest pê dike û dê heta 22yê mehê berdewam bike.

Armanca sereke ya konferansê ew e ku di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêka guherîna avhewayê û pêşîgirtina li germbûna gerdûnê lihevkirinek pêk were.

 

Ev nûçe bi tevahî 385 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:42:35