Nêçîrvan Barzanî: Di hewlên xwe de berdewam dibin ji bo aşkerekirina çarenivîsa Êzidiyên revandî

Serokê Herêma Kurdistanê peyamek bi boneya hatina cejna Çileya Havînê arasteyî Kurdên Êzidî kir

2 Tebax 2022 - 06:41
2 Tebax 2022 - 06:41
 0
Nêçîrvan Barzanî: Di hewlên xwe de berdewam dibin ji bo aşkerekirina çarenivîsa Êzidiyên revandî

Serokê Herêma Kurdistanê peyamek bi boneya hatina cejna Çileya Havînê arasteyî Kurdên Êzidî kir û ragihand, “Em malbatên revandiyan piştrast dikin ku her tim li ser hewlên xwe ji bo vedîtin, vegerandin û aşkerekirina çarenivîsa revandiyan berdewam dibin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Cejna Çileya Havînê li hemû xwişk û birayên me yên Êzidî li Kurdistanê û her dera cîhanê bin, bi taybet jî yên ku hîn di kampan de aware ne, bi germî pîroz dikin. Hêvîdar im cejn aramî, xêr û xweşiyê ligel xwe bîne.”

Nêçîrvan Barzanî tekez dike: “Di hemû cejn û bîrhatinan de, em xwişk û birayên xwe yên Êzidî yên ku bûne qurbaniyê destê terorê, bi bîr tînin, serê xwe li ber giyanê wan diçemînin, malbatên revandiyan piştrast dikin ku her tim li ser hewlên xwe berdewam bin ji bo vedîtin, vegerandin û aşkerekirina çarenivîsa revandiyan.”

Cejna Çileya Havînê yan jî “Çileya Tîrmehê” her sal di 40emîn roja Havînê de tê pîrozkirin. Wek çawa “Şeva Yelda” dirêjtirîn şeva salê ye, Çileya Havînê jî dirêjtirîn roja Salê ye û di nav Kurdan de xwedî girîngiyeke taybet e, niha jî tenê Kurdên Êzîdî her sal vê rojê pîroz dikin.

Ev nûçe bi tevahî 471 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:16:10