Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurd rêheval û piştgirekî dilsoz wenda kir

Nivîskar û lêkolînerê Misrî û serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misrê Rajai Fayed roja Înê koça dawî kir.

28 Çile 2023 - 03:52
28 Çile 2023 - 03:52
 0
Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurd rêheval û piştgirekî dilsoz wenda kir

Serokê Herêma Kurdistanê li ser koça dawî ya nivîskar û lêkolînerê Misrî Rajaî Fayed peyameke sersaxiyê ji malbata wî re şand got “Gelê Kurd rêheval dilsoz û piştgirê doza xwe ya mafdar winda kir.”

Nivîskar û lêkolînerê Misrî û serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misrê Rajai Fayed îro Înê koça dawî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo wefata nivîskar got; Gelê Kurd rêhevalekî dilsoz û piştgirê doza xwe ya mafdar winda kir” û wiha got: “Ez sersaxiyê ji malbat û xizmên wî re dixwazim.”

Rajai Fayed ku wek dost û nivîskarekî nêzîk ê Kurdan dihat tê naskirin, yek ji kesayetiyên ku piraniya jiyana xwe bi lêkolîn û axaftin li ser doza Kurdî li Misir û cihana Erebî derbas kir û li ser pirsgirêka kurd gelek berhemên wî hatine weşandin.

Nivîskarê dostê Kurdan Rajai Fayed di sala 1943an de li bajarê Tanta yê Misirê ji dayîk bûye. Ji sala 1979 heta 1988 li Hewlêrê jiyaye. Nivîskar di derbarê kîmyabarana Helebce û Enfalê de jî lêkolînek li ser dîroka Kurdan kiriye.

Ev nûçe bi tevahî 510 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:17:35