Hêzeke YNKê, kesekî nêzîk Lahur Cengî girt

Duh li Helebcê hêzeke YNKê kesekî nêzîkî Hevserokê YNKê Lahur Cengî hat girtin.

28 Çile 2023 - 03:49
28 Çile 2023 - 03:49
 0
Hêzeke YNKê, kesekî nêzîk Lahur Cengî girt

Li gor agahiya BasNewsê şeva borî ji aliyê hêzeke ser bi YNKê ve ku naha ji aliyê Hevserokê YNKê Bafil Talebanî ve ferman ji wan re tê dayîn, kesekî bi navê Ako Namiq Newrolî yê nêzîkî Lahur Cengî girtine û heta naha jî çarenivîsa wî nediyare.

Ew kesê ku hatiye girtin wek kesekî nêzîk Lahur Cengî tê nasîn û berî naha wesayîtekî YNKê li gel bû. Lê ji aliyê Bafil Talebanî û Wehab Helebceyî ve ew otomobîl jê hatiye standin, li hember wê jî Lahur Cengî otomobîlek dabû wî.

Dawiya heftiya borî jî, hêzeke YNKê hewl dabû Şêx Renc bigrin ku yek ji kesên nêzîk Lahur Cengî yê Silêmanî bû, lê piştî çêbûna pevçûnekî zêde, Şêx Renc xwe gehande Hotêl Lalezar a cîhê kombûna alîgirên Lahur Cengî û hêzên ser bi Bafil Talebanî şikest xwarin nekarin bigrin.

Ev nûçe bi tevahî 846 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:09:51