Nêçîrvan Barzanî li ser qezaya balafiran a li Amerîkayê peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxî ji malbatên qurbaniyên qezaya balafiran a li Amerîkayê re xwest û got, “Ez ji dil xemgîn bûm.”

31 Çile 2025 - 07:27
31 Çile 2025 - 07:27
 0
Nêçîrvan Barzanî li ser qezaya balafiran a li Amerîkayê peyamek belav kir

Li nêzîkî Balafirgeha Ronald Reaganê ya li nêzîkî Washingtona paytexta Amerîkayê balafirek û helîkoptereke leşkerî li hewayê li hev ketin û ketin çemekî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser qezaya balafiran a li Amerîkayê peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got:

“Ez ji dil sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên wan kesên ku di vê bûyera dilşewat de ziyan lê ketiye re dixwazim.”

Li gorî agahiyên dawî, di qezayê de 67 kes mirine û ev qezaya yekem a balafiran e ku di 20 salên dawî yên Amerîkayê de ew qasî ziyanên canî lê ketine.

Ev nûçe bi tevahî 773 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:32:10