Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li balyozê Belçîkayê kir!

Îro 08.11.2018ê serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li balyozê Belçîkayê yê Iraqê û Urdin Henrik Van default û şandeke li gel kir.

8 Mijdar 2018 - 10:41
8 Mijdar 2018 - 10:41
 0
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li balyozê Belçîkayê kir!

Di hevdîtinê de Henrik Van default behsa proseya helbijartinê û yekem rûniştina parlamentoya Kurdistanê û amadekariyên bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û pêşketinên herêma Kurdistanê yên gelek aliyan û bi taybet jî ji aliyê aborî de bilind pênase kir. Herwaha behsa pêkanîna hikûmeta federal a Iraqê kir û pêwîst zanî beşdariyeke bihêz a aliyê kurd di wê hikûmetê de hebe, ku bi awayek ji hemû aliyan ve xizmet bo pêkanîna hikûmetê dabîn bike û pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareser bike.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî, kurteyek derbarê çawaniya destpê kirina civîn û hevdîtinên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkeş kir û amaje bi pêşdeçûna herêma Kurdistanê û bi taybet ji aliyê aborî û başkirina jiyana hemwelatiyan kir û amadebûna herêma Kurdistanê ya bo destpê kirina guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê yên bi armanca çareseriya hemû pirsgirêkan aşkera kir.

Herwaha gotûbêja rewşa koçberan û vegerandina wan a bo cîhên xwe, dabîn kirina xizmetên pêwîst û proseya siyasî ya Iraqê û herêma Kurdistanê jî mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Ev nûçe bi tevahî 794 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:14:27