PYKS daxwaz dike ku çekdar ji Efrînê derkevin

Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê daxwaz dike ku çekdar ji Efrînê derkevin û dever ji aliyên encûmenên xwecihî bê birêvebirin.

9 Mijdar 2018 - 03:36
9 Mijdar 2018 - 03:36
 0
PYKS daxwaz dike ku çekdar ji Efrînê derkevin

Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê bi rêya daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku wan civîna xwe ya asayî li Hewlêrê lidar xist û têde tekezî li ser berdewambûna karê diplomatîk yê ENKSê di hevdîtin û civînên navdewletî yên girêdayê çareserkirina kirîza Sûriyê hat kirin, herwiha divê mafê gelê Kurd di destûrê de bê misogerkirin û Sûriye bibe welatekî federal sîkolar.

Partiya Yekîtî tekezî li ser giringiya vê yekê kir, ku PYDê li xwe vegere û dest ji siyaseta piştguhxistina aliyên din berde.

Yekîtî dibêje li Efrînê, dizî û talan tê kirin û welatî ji aliyê girûpên çekdar ve têne revandin, ji ber vê yekê ji Tirkiyê tê xwestin, ku van binpêkirina bidawî bîne û daxwaz dike ku trajediya Efrînê li Rojhilatê Feratê dubare nebe, lewra divê ENKSê bi rola xwe rabe, ku metirsiya şer û êrîşan ji ser vê deverê dûr bixe.

Ev nûçe bi tevahî 898 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:47:26