Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê Parlementoya Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî kir.

15 Berfanbar 2018 - 06:05
15 Berfanbar 2018 - 06:05
 0
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê Parlementoya Iraqê kir

Li gor daxuyaniya civînê, êvara înê 14-12-2018an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî û şanda li gel wî kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehî ya niha ya Iraqê û hewldanên ji bo temamkirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û tijekirina wan postan ku heta niha mane û ew pirsgirêk û arîşeyên ku derdikevin pêşiya pêvajoyê hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan tekezî li ser giringiya temamkirinê û pêvajoyeke bi sihet li Iraqê kirin.

Herwiha di beşeke din a hevdîtinê de herdu aliyan pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê û hewldanên ji bo çareserkirina wan li gor destûrê gotûbêj kirin û ronahî xistin ser rewşa awareyên destê terorê yên li Herêma Kurdistanê û tekezî li pêwîstiya alîkarîkirina wan ji aliyê hikûmeta Iraqê û vegera wan bo deverên xwe û avakirina wan deverên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, kirin.

Gotûbêjkirina rewşa herêmê bi giştî û hevkarî û hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê û çend mijarên din, beşeke din a hevdîtinê bûye.

Ev nûçe bi tevahî 1010 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:14:41