Nêçîrvan Barzanî: Li Kurdistanê di her malekê de şîn heye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta nîşandan hevxemiyê, serdana parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê kir û ragihand: “Ez bi navê Serok Barzanî sersaxiyê li malbatên qurbaniyên erdhejê dikim.”.

14 Sibat 2023 - 04:49
14 Sibat 2023 - 08:01
 0
Nêçîrvan Barzanî: Li Kurdistanê di her malekê de şîn heye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta nîşandan hevxemiyê, serdana parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê kir û ragihand: “Ez bi navê Serok Barzanî sersaxiyê li malbatên qurbaniyên erdhejê dikim.”

Îro Sêşemê 14ê Sibata 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta nîşandana hevsoziyê, serdana parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê kir û di konferansa rojnamevaniyê de amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîkirina Tirkiyê nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî li bajarê Dîlokê serdana navenda AFADê kir, ku Parêzgarê Dîlokê û cîgirê wî jî li wê derê amade bûn û ragihand, wî ji bo nîşandana hevsozî û hevxemiya gelê Kurdistanê bo gelê Tirkiyê serdana xwe pêk aniye û got: “Ez bi navê Serok Barzanî sersaxiyê li malbatên hemû qurbaniyên erdheja Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dikim û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazim.”

Serokê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de amadebûna temam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her cûre alîkariyan bo Tirkiyê nîşan da û ragihanf: “Di hemû demên dijwar de ku em tê re derbas bûn, me dîtiye ku Tirkiye alîkar û piştevanê me bûye.” Herwiha got: “Îro di her maleke Kurdistanê de şîn heye û li çendîn cihan merasîm û ahengên me rawestiyane, bi mebesta nîşandana hevxemî û hevsoziya gelê me ji bo qurbaniyên erdhejê.”

Di dawiya axaftina xwe de Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ew bawer e ku hikûmeta Tirkiyê dikare ji vê karesatê derbas bibe û got: “Tirkiye welatekî mezin û bihêz e, çendîn nexweşî derbas kirine û dê vê karesatê jî derbas bike.”

Ev nûçe bi tevahî 504 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:16:51