Nêçîrvan Barzanî û Davutoglu: Serketina pêvajoyê ji bo herêmê girîng e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu got ku Serketina pêvajoyê çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo herêmê girîng e.

19 Mijdar 2025 - 10:33
19 Mijdar 2025 - 10:33
 0
Nêçîrvan Barzanî û Davutoglu: Serketina pêvajoyê ji bo herêmê girîng e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh li Dihokê Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê her du aliyan di civînê de pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê yên bi Tirkiyeyê re û rewşa giştî ya herêmê gotûbêj kirin.

Her du serkirdeyan tekezî li ser serxistina pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir û hevnêrîn bûn ku serkeftina wê dê bandoreke erênî li ser tevahiya herêmê bike.

Wan di vê çarçoveyê de, piştgiriya hemû aliyan ji bo pêvajoyê wekî gaveke girîng bi nav kir.

Di civînê de her wiha, encamên hilbijartinên parlamentoya Îraqê û paşeroja pêvajoya siyasî ya Îraqê jî hatin nirxandin.

 

Ev nûçe bi tevahî 37 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:50:57