Sûdanî: Ez û Serok Barzanî hemfikir in
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got, "Ez û Cenabê Serok Barzanî hemfikir in ku di yasaya niha de deng tên şewitandin."

6emîn Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê tê lidarxistin.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî tevlî forumê bû gotarek pêşkêş kir.
"Deng û kursiyên me li hev nakin"
Sûdanî di gotara xwe de amaje bi encamên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê kir û got, "Hevpeymaniya me nêzîkî 1 milyon û 317 hezar deng standin lê ev hejmar bi kursiyên ku me standine re nagunce."
Serokwezîrê Îraqê her wiha da zanîn ku divê yasa di her hilbijartinê de neyê guhertin lê pêwîst e parlamento ji bo yasayeke dadperwer ku rê li ber şewitandina dengan bigire gotûbêjan bike.
Serok Mesûd Barzanî jî di korbendê de bal kişandibû ser pêwîstiya guhertina yasaya hilbijartinê û gotibû ku di yasaya hilbijartinê de dadperwerî nîne.
"Divê em li ser derfetên hevpar rawestin”
Sûdanî derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî axivî û diyar kir ku divê her du alî li ser "derfetên hevpar" ên aborî û lihevkirinê rawestin.
Serokwezîrê Îraqê teqez kir ku pirsgirêkên heyî ne siyasî ne lê belê teknîkî û yasayî ne.
Mihemed Şiya Sûdanî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêşketinên çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û amaje bi wê yekê kir ku girêbestên petrolê hatine çareserkirin û firotina petrola Herêma Kurdistanê careke din dest pê kiriye.
Nûvekirina herî dawî: 13:07:43





































































































































































