Nêçîrvan Barzanî û Mendelawî li ser pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Muhsîn Mendelawî tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û lidarxistina hilbijartinan kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandeyeke bilind a Parlamentoya Îraqê ya bi serokatiya Alîkarê Yekem ê Serokê Parlamentoya Îraqê Muhsîn Mendelawî qebûl kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Îraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêvajoya siyasî û hilbijartinên dahatû yên Parlamentoya Îraqê hatin gotûbêjkirin.
Çareserî li ser bingeha destûrê
Alîkarê Duyem ê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdulla jî endamekî şandeyê bû.
Li gorî daxuyaniyê, her du alî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkan, bi taybetî pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha destûrê ku wekî faktora aramiyê hat binavkirin, hev ra bûn.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ji bo hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a ji bo çareserkirina pirsa mafên darayî û mûçeyan ducare kir û spasiya hemû aliyên ku ji bo vê mebestê kar dikin kir.
Mijareke din a civînê amadekariyên ji bo hilbijartinên dahatû bû.
Her du aliyan birêveçûna pêvajo û bipêşxistina demokrasiyê ji bo parastina aramî û ewlehiyê bi pêwîst dîtin.
Nûvekirina herî dawî: 09:14:10