Serok Barzanî û Mendelawî hevahengiya hêzên siyasî û hilbijartinên Iraqê gotûbêj kirin
Serok Barzanî û Muhsîn Mendelawî hilbijartinên dahatû yên Iraqê û hevahengiya hêz û aliyên siyasî gotûbêj kirin.

Serok Mesûd Barzanî duh 22ê Îlonê pêşwazî li şandeke Hevpeymaniya Esas a Iraqî bi serokatiya Muhsîn Mendelawî kir.
Li gorî daxuyaniyeke ku ji aliyê Baregeha Barzanî ve hatiye belavkirin, di hevdîtinê de danûstandina nêrînan li ser rewşa giştî ya welat û amadekariyên ji bo hilbijartinên dahatû yên parlamentoyê hatiye kirin.
Di heman civînê de, her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevahengî û hevkariya di navbera hêz û aliyên siyasî yên Iraqê de kirin, bi mebesta parastina aramî û seqamgiriya welat.
Nûvekirina herî dawî: 09:14:55