'Nemir' Mela Mistefa Barzanî, li Kurdistana Rojava hat bibîranîn
Li Kurdistana Rojava bi sedan rêwiyên rêça Barzanî, Mela Mistefa Barzanî di 38emîn salvegera wefata wî de bibîr anîn.
Duh 38emîn salvegera wefata Mela Mistefa Barzanî bû. Bi wê helkeftê li seranserî Kurdistanê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin.
Li Kurdistana Rojava bi taybet li bajarê Qamişlo, bi sedan alîgir û rêwiyên rêça Barzanî li hev kom bûn û bi hildana posterên Barzanî û alaya Kurdistanê, Mela Mistefa Barzanî bibîr anîn.
Li gorî agahiyan, hêzên PYDê gelek hewl pêşiya wan çalakî û merasiman bigirin lê nekarîn asteng bikin.
Mela Mistefa Barzanî sala 1903 li gundê Barzan ji dayîk bûye û 1 Adara sala 1979 wefat kiriye. Termê wî li gundê Barzan hatiye veşartin.
Nûvekirina herî dawî: 17:38:51