Netanyahu ferman da: Ji bo şerê Îranê amade bin
Li gorî nûçeyên ku di medyaya Îsraîlê de cih girtine, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ferman daye Fermandariya Eniya Navxwe ku ji bo şerekî îhtîmalî yê bi Îranê re amade bin.

Li gorî rojnameya Yedioth Ahronothê, Netanyahu ji bo "saziyên cuda yên rizgarkirinê û Fermandariya Eniya Navxwe" ferman derxistiye ku xwe ji bo şer amade bikin.
Rojnameyê her wiha diyar kir ku "di yekîneyên ewlehiyê yên cuda yên Îsraîlê de asta herî bilind a hişyariyê hatiye ragihandin."
Li aliyê din, weşangerê fermî yê Îsraîlê KANê ragihand ku civîna Kabîneya Ewlehiyê ya ku diviya îro li ser bipêşketinên Îranê bihata kirin, bêyî dayîna hûrgiliyan ji bo roja Yekşemê hatiye paşxistin.
"Trump dixwaze êriş bike"
Di nûçeya rojnameyê de hat gotin:
"Nirxandinên li Îsraîlê nîşan didin ku ji ber Tehran daxwazên Amerîkayê yên di dan û standinan de red dike, Serokê Amerîkayê Donald Trump meyla xwe daye ser wê yekê ku di demeke nêzîk de êrişeke berfireh a leşkerî li dijî Îranê bide destpêkirin."
Her wiha hat destnîşankirin, "Birêvebiriya Trump bawer dike ku Îranî hewl didin demê qezenc bikin û Amerîkayê bixapînin."
"Saeta sifirê nêzîk dibe"
Yedioth Ahronothê nivîsî ku di şêwirên ewlehiyê yên sînordar ên rojên dawî yên Netanyahu de, "ew texmîn serdest e ku tevî artêşa Îsraîlê beşdarî êrişên Amerîkayê nebe jî dê Îran mûşekan biavêje Îsraîlê."
Di nûçeyê de ev îfade cih girtin:
"Di her rewşê de, li Îsraîlê ew nêrîn heye ku 'saeta sifirê' nêzîk bûye û dem teng bûye.
Piştî maweya du hefteyan a ku doh dihat axaftin û maweya nêzîkî mehekê ya beriya wê, êdî nîşane hene ku dem tenê bi çend rojan tê pîvan."
Wekî pêşhateke pêwendîdar, Serokê berê yê Îstixbarata Leşkerî ya Îsraîlê (Aman) Amos Yadlin doh got, "Em ji her demê bêhtir nêzîkî êrişekê ne."
Keştiyên şer tên herêmê
Di vê navberê de rojnameya Israel Hayomê spart çavkaniyên nenas û ragihand, li gorî nirxandinên Îsraîlê eger Amerîka êrişeke berfireh bibe ser Îranê, îhtîmaleke gelekî bilind e ku Îran bi mûşekên menzîl-dirêj li Îsraîlê bixe û bersivê bide.
Li gorî nûçeya CNN Arabicê ku spart du çavkaniyên Îsraîlî, bi zêdebûna nîşaneyên ku êrişeke kordînekirî ya bi Amerîkayê re li dijî Îranê êdî meseleya demê ye, Îsraîlê hêzên xwe xistine rewşa amadebaşiyê ya bilind û amadekariyên leşkerî zêde kirine.
Ev rapor di demekê de tên ku Washingtonê koma êrişê ya keştiya balafiran a USS Abraham Lincoln şandiye herêmê û keştiya balafiran a USS Gerald R. Ford û balafirên şer ên zêde jî di rê de ne.
Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance hevdîtinên roja Sêşemê yên li Cenevreyê "ji hinek aliyan ve" wekî berhemdar bi nav kirin lê got ku Îran hêj "ne dilxwaz e" ku derbarê "xetên sor" ên Trump de gavan biavêje.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî atmosfer wekî "bêhtir avaker" pênase kir.
Nûvekirina herî dawî: 14:40:10









































































































































































