Nûnerekî Xristiyanan: Xelkê me dixwazin ligel Herêma Kurdistanê be

Nûnereke Xristiyanan di Parlemantoya Kurdistanê de dibêje, Xristiyan di bin deselata Iraqê de berdewam zulm li wan hatiye kirin, lewma dem hatiye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û navçeyên wan vegerin ser Herêma Kurdistanê, ji ber ku Kurdistan tekane cihê aram bûye ji wan re.

27.12.2016, Sal - 15:13

Nûnerekî Xristiyanan: Xelkê me dixwazin ligel Herêma Kurdistanê be
Nuçe Belav bike

Parlemantera Kurdistanê ya Xristiyan Wehîde Yaqo Hurmiz ji malpera KDP.info re ragihand: “Kurdistan cihê aştî û pêkvejiyanê ye û ev yek jî hemû vedigere bo siyaseta hekîmane ya Serok Barzanî, ji ber ku berdewam hewla parastina hemû pêkhateyan û bê cudahî daye, û Kurdistan ji me re bû maleke aram piştî hatine DAIŞê, ku ew jî li ser biryara Serok Barzanî bûye, lewma jî niha xelkê me bi aramî merasîmên xwe yên olî pîroz dikin.”

Wehîde Yaqo Hurmiz wiha got: “Em daxwaz ji hemû aliyan dikin ku bi dûv peyama Serok Barzanî ve biçin û wê peyamê bikin bingehek bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, ji ber ku derfetek zêrîn û dîrokî ji gelê Kurd re hatiye da ku bibin dewlet û bighên armanca xwe.”

Wê nûnera Xristiyanan di Parlemantoya Kurdistanê de, wiha domand: “Birêveçûna merasîmên olî yên Xristiyanan li nahiyeya Bertela ya ku ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatiye rizgarkirin, destkefteke mezin e bo Xristiyanan û derfetek e bo Xristiyanan ku daxwaza vegera navçeyên xwe bo ser Herêma Kurdistanê bikin û Serok Barzanî rê daye xelkê navçeyên me ku bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, lewma jî xelkê me piştî wê hemû zulma ku di hehama deselata Iraqê de dîtine, dê biryar bidin ku vegerin ser Herêma Kurdistanê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2011 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:35:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x