Civîna PDK û Komela Dadgerî bi dawî bû

Li Hewlêrê şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana Komela Dadgerî kir û derbarê hilbijartinan û bûyerên herî dawî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de civiyan.

31 Çile 2023 - 11:46
31 Çile 2023 - 11:46
 0
Civîna PDK û Komela Dadgerî bi dawî bû

Endamê Encûmena Siyasî ya Komela Dadgerî ya Kurdistanê Ebdusetar Mecîd di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Em ligel paşxistina hilbijartinan nînin.”

Ebdusetar Mecîd diyar kir: “PDK û aliyên din jî ligel mijara çarbazneyî ne di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, derbarê tomara dengderan de jî, li gor me ewê Iraqê bibe bingeh.”

Mecîd destnîşan kir, mijara pêkhateyan hîn nehatiye yekalîkirin, ew ligel wê yekê ne ku pêkhate têkelî milmilaniya siyasî neyên kirin.

Li ser pêwendiyên navbera PDK û Komela Dadgerî, Ebdusetar Mecîd eşkere kir, ew partiyeke opozîsyonê ne, mafê wan heye ku opozîsyonbûna xwe cîbicî bikin, dibe pêwendiyên navbera PDK û Komel di asteke baştir de be û werin asayîkirin.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed jî ragihand, civînên wan erênî ne û li ser çendîn mijaran gotûbêj hatine kirin.

Ev nûçe bi tevahî 773 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:50:19