PWK: Em Ava Kirina “Hevpeymanîya Hêzên Sîyasî yên Kurdistana Îranê” Pîroz Dikin

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): Em Ava Kirina “Hevpeymanîya Hêzên Sîyasî yên Kurdistana Îranê” Pîroz Dikin

24 Sibat 2026 - 19:03
24 Sibat 2026 - 19:03
 0
PWK: Em Ava Kirina “Hevpeymanîya Hêzên Sîyasî yên Kurdistana Îranê” Pîroz Dikin

Hate ragehandin ku ji alîyê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), Partîya Jîyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), Sazimana Xebatê ya Kurdistana Îranê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ve “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” hatîye ava kirin.

Îro guhertinên girîng li Rojhilata Navîn rû didin û dê hîna jî rû bidin. Di demeke weha ku

gelek xeterî û rîsk jî gelek firesend jî li ber derîyê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê (Kurdistana Îrane) ne, ava kirina “Hevpeymanîya Hêzên Sîyasî yên Kurdistana Îranê”, gaveke pîroz, dîrokî, neteweyî, niştimanî ye.

Bi hêvîya ku ev hevpeymanîya, di têkoşîna doza azadîya Rojhilatê Kurdistanê de bi wê armanca ku daye ber xwe, dor û bereke berfirehtir ya sîyasî ya Rojhilatê Kurdistanê himbêz bike û bigihêje armanca xwe; em “Hevpeymanîya Hêzên Sîyasî yên Kurdistana Îranê”  pîroz dikin, serkeftinê ji xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê re serkeftinê dixwazin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Ev nûçe bi tevahî 89 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:38:35