Sedema neyekrêziya Kurdistaniyan û pkk çiye???

''Heger me nêviyê vê serok û rêberên ku ji xwe re dibêjin em Kurdistanîne, rexne kiribana, hûn bawer bikin wê yekitiya ku gelê kurd li bendiye pêk hatiba.''

5 Sibat 2026 - 17:00
5 Sibat 2026 - 17:00
 0
Sedema neyekrêziya Kurdistaniyan û pkk çiye???

Ez jî di nav de piraniya siyasetmedar, rewşenbîr û polîtîkvanên Kurd, karê me ê sereke bûye rexnekirina pkk û serokê wê. Helwesteke rast û durist pêwîst e. LÊ…

Heger me nêviyê vê serok û rêberên ku ji xwe re dibêjin em Kurdistanîne, rexne kiribana, hûn bawer bikin wê yekitiya ku gelê kurd li bendiye pêk hatiba. Heger çiqasî çend kesên ku wan rexne dikin hebin jî, tim dibin hedefa wan serok û rêvebirên naxwazin yekitiyek berfireh pêk bê. Ji ber ku hemî serok û cîgirên wan ji rewşê dilxweş in. Ditirsin ku yekitî çê bibe wê meqamê xwe wenda bikin.

Wextê me, ked û nivîsên me piranî bi rexnekirina pkk ve derbas dibe. Helbet ev jî lazim e. Lê gelo em çima nikarin, serok û rêberekî partiyên ji xwe re dibêjin “em kurdistanîne” rexne bikin. Zorê bide wan da ku zûtirîn demê yekitiyeke li ser xeta neteweyî ava bikin?

Li gor min van partiyên me bi vê belavbûnên xwe ku wê hêjî belav bibin, hema hema ew jî bi qasî pkk sûcdar in. Ji ber ku karekî zêde ku pêve rabin nemaye, êdî kar dibe ku li hember hev gotinên ne li rê û boxtanên mezin dixin hustiyên hev û êrîşan dibin kesên wan rexne dikin.

Niha tê dîtin ku hêdî hedî qelş i hin partiyên me ketine ku li ber belavbûnê ne. Ji hinan re jî hindik maye ku qelşê bixin. Ji ber ku karê me ê sereke tenê maye rexnekirina pkk ku em bi vê jî yekitiya wan xurt dikin. Ji ber ku li hember êrîşên li ser wan tê kirinê, ew jî yekitiya xwe diparêze. Heger em hemî wextê xwe bi rexnekirina wan derbas nekin, pkk dikare zûtir hilweşe.

Gelek kes û sexsiyetên hêja ku hê jî di nava PKKDEMê de wazîdar in, ji vê rewşa niha, helwest û biryarên pkk û rêxistinên bi wê ve girêdayî ne razî ne. Dixwazin veqetin. Lê wê bi kude herin wê jî nizanin. Ji ber ku tevgereke xurt ku bikaribe li hember kiryar û bûyerên pkk yên ne di berjewendiya gelê me dene, rawest e, nabînin.

Karê me ê dudan jî bûye aqildayîna tevgerên perçên din. Em diyar dikin ku ji ber ne yekin, ev bobelatana têne serê wan. Ji ber ku hêzeke wan ya hevbeş tune ye, rû bi rûyê karesetên mezin dibin. Lê gelo dema em doza yekitiyê li wan dikin, li rewş û halê xwe dinerin? Dibînin ku rewşa me ango ya bakurê Kurdistanê ji ya wan xerabtir e. NA.

Gelo çima em wî aqilê didin perçên din, ji bona xwe jî bi kar naynin? Hûn ya rastî bixwazin, îro di vî halî de û di vê dema niha de rewşa herî xerab ya bakurê Kurdistanê ye. Lê çi keramete ku piraniya siyasetmedarên bakurê Kurdistanê jî bûne aqilmendên perçên din. Ma gelo hûn di virde nakokiyekê nabînin?

Pêwîste neyê ji bîr kirin ku heta li hemberê DEMê ku niha rola pkk ew dimeşîne, bi wêrekî, di bin konekî neteweyî de li bakurê Kurdistanê tekoşîn neyê dayîn, wê Kemalîzm û tirkbûn di ruhiyeta kurdan de şîn bibe, mezin bibe, heta ku kurd bibin tirkê baş, dê ev proje her berdewam be. Zûtirîn demê pêwîste, tekoşînek bi wêrek, zelal û şefaf li hember DEMê bê dayîn. Niha xebatên DEMê ew in ku kurdan bikin Kemalîst û tirkên baş.

Ji xwe çi demê Kemalîzm di ruhê kurdên bakurê Kurdistanê de cihê xwe girt, êdî tu çi jî bike ew nema dibin kurd. Ji bona vê jî divê em li kêm netweyên ku li tirkiyê niha ji tirkan bêtir bûne tirk û dijminê gelê Kurd, binerin û bibînin.

Heger rewş bi vî halî domdar be ku weha xuya ye, divê em ji niha de haziriya xwe û hin tiştan bikin. Divê kurd demildest yekitî û hevrêziya nava mala xwe pêk bîne.  Divê kar û rewşa DEMê bi eşkereyî ku dixwazin projeya dewletê û Evdila pêk bînin, ji gelê xwe re zelal bikin. Kar û erkê DEMê ya niha, ji wexta şerî çekdarî xetertir e. Heger em kurdên welatparêz ji niha de vê xeteriyê nebînin em bi temamî bi hevre weke miletê kurd wenda dikin.

Divê neyê ji bîr kirin ku heta li hemberê DEMê ku niha rola pkk ew dimeşîne, bi wêrekî, di bin konekî neteweyî de li bakurê Kurdistanê tekoşîn neyê dayîn, wê Kemalîzm û tirkbûn di ruhiyeta kurdan de şîn bibe. Mezin bibe heta ku kurd bibin tirkê baş. Ev yek ji projeya Zîndana Diyarekirê ya bi navê 5 noliyê bû. Heta kurd bi hevre vê eşkere nekin, dê ev proje her berdewam be. Zûtirîn demê, pêwîste tekoşînek bi wêrekî, zelalî û şefaf li dij DEMê bê dayîn. Niha xeteriya herî mezin, proje û planên DEMê li gor daxwazin Baxçelî tê meşandin. Ji ber ku rêvebirên DEMê piraniya wan ne kurd in…

Heger kurd bi yek deng û helwestê, li ser xeteke neteweyî pêşî li vê negirin, wê av û av herin ku êdî xelasiya wan dê zehmet be…

Bûbê Eser

 

 


Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
141 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:23:26