Derkevin kolanan da ku tu bê dîtin!!!
Ji ber ku piştî 12 îlon sala 1980 ew ruhê derketandina kolanan hatiye kuştin. Loma partî û rêxistinên me jî pêşve narin. Lewra divê bê zanîn ku di navbera çar dîwaran de firehbûn pêk nayê. Her ku dihare cih teng dibe. Ew tengasî carna mirovan jî aciz dike ku derkevin û herin. Mixabin weha jî dibe û bûye.
Divê em kurd û siyasetmedarên me vê baş bizanibin ku teorî bi me bi me dide zanîn. Pratîk jî bi me dide kirin. Loma teoriya nekeve pratîkî bê wate ye. Bi salane em û partiyên Kurdistanî dibêjin û dinivîsînin, lê heta ew gotin û nivîsên me di pratîkê de cihê xwe negirin, bê watene.
Protesto kirin an pîrozkirina bûyer an kêfxweşiyekê di kolanan de, bi heval, nas û dostan re bi qasî dehan pirtûkan û bi hezaran belavok û şîretan cihê xwe digire.
Ji ber ku em hemî an piraniya tiştên xwe tenê di teoriyê de dihêlin. Loma em û partiyên me yên siyasî bi pêş nakevin. Ji bona pêşketinê divê em bi hevre, wê zanîn ango teoriyê bixin pratîkê da ku serketin çê bibe.
Çi demê me jî ango partiyên Kurdistanî kuçe û kolan dagirtin. Me bi hevre bûyer û kirayên qirêj yên li hember gelê xwe bi reng û deng protesto kirin, aha wê demê em ê bi pêşkevin.
Helbet divê protesto an pîrozkirinên me yên di kolanên bajarên Kurdistanê de bê kirinê. Aha wê demê em ê xelkê li ba xwe bibînin. Partiyên bi azadî û serxwebûna Kurdistanê ve rabû bin, firsetek an valahiyek li ku peyde bû divê wê bi gotin û kiryarên xwe dagirin.
Ji ber vê ez dibêjim; salên 1970-80 bînin bîra xwe. Her partî û rêxistineke me bi bangekê bi hezaran kes derdixistin kolanan. Ew kesên derdiketin jî bi avêtina sloganan, bi diyaloga nava xwe dibûn xelekek ji zîncîra azadîyê.
Ji ber ku piştî 12 îlon sala 1980 ew ruhê derketandina kolanan hatiye kuştin. Loma partî û rêxistinên me jî pêşve narin. Lewra divê bê zanîn ku di navbera çar dîwaran de firehbûn pêk nayê. Her ku dihare cih teng dibe. Ew tengasî carna mirovan jî aciz dike ku derkevin û herin. Mixabin weha jî dibe û bûye.
Ji bona pêşketinê, rakirina tirsa bi salan li ser xelkê û bi dîtina kesan ya xwepêşandanan em ê bikaribin ji nûde rabin ser lingên xwe. Bawerî û ji nûde ruhê tekoşer geş dibe.
Divê em ji bîr nekin ku li seranserê Kurdistanê piştî têkçûna serîhildana Dersêmê (1938). Hema hema li herçar perçên Kurdistanê kurd ji qidûm ketibûn. bê hêvî bû bûn. Bawer dikirin ku êdî kurd neman. Lê bi şoreşa îlona 1961 ya ku Barzaniyan serpereştiya wê dikirin. Kurd ji nû de zîndî bûn, li xwe vegeriyan ku hê neqediyanin. Şoreş û serîhildanan li her çar perçan ji nû de destpê kir.
Ji ber vê girîng e ku divê kurdên bakurê Kurdistanê jî ji derekê de, xwepêşandin û protestokirina dagir-keranê bê destpêkirin. Bila ji bona her bûyerek qirêj ku li hember gelê me pêk tê, ji pênc kesan bê destpêkirin. Lê wê roj bê ew pênc kes dê bibin 5000 û herkû herê dê zêde bibe.
Ma ne welatên ku di bin nîrê faşîzma xwe de dinaliyan, bi hebûna yekitî, wêrekî û derketandina kolanan ew têk birin. Çima kurd jî vê nekin???
Protestokirina bûyeran bi belavokên li ser facebookê jî karekî baş e, lê têr nake. Lewra her ku dihare xwendin jî kêm dibe. Zêde tesîra wan jî nemîne. Lê heger li gel wan daxuyanî û belavokan xwepêşandin jî bê kirinê, aha wê demê serketin jî dibe.
Ev serê 30-40 salan e ku partiyên me tenê an bêtir bi belavokan bûyer û kiryarên qirêj yên li hember gelê me protesto dikin. Lê bi pêşnakevin. Divê êdî ew jî cesareta derketandina kolanan di xwe de bibînin. Bi vî awayî wê partiyên me yên Kurdistanî merheleyên baş bi dest bixin.
Weke mînak; bila HAK-PAR û PWK her yek ji wan bi pênc kesên xwe herin qada sêx seîd û kiryar û bûyerên qirêj yên li hember gelê xwe protesto bikin. Belkî cara ewil xelk bitirsin nekevin nava wan. Lê cara dudan yek jî bikeve nava wan ev dibe qezenc. Tu bi vê protestoya xwe kesekî-ê qezenc dike. Yanî qezenckirin heye.
Lewra dema ev bibe adet cara dudan pênc û herku here dê gel jî bikeve nava te û wê bûyerê protesto bike. Aha ev ê bibe rê vekirina ku ya kesan bikşîne nava partiyên xwe.
Ji ber ku aqilê miletê bindest di çavên wan de ne. Bi çavên xwe çi bibînin ji wê bawer dikin. Madem rewşa kurdan jî weha ye, divê êdî partiyên me yên Kurdistanî jî vê bikin. Xwe rê xelkê bidin da ku bêne dîtin.
Rêya qezenc û serketinê bi xwepêşandanên li ber çavê xelkê dibe. Heta ku partiyên me yên Kurdistanê vê nekin wê her di nava çar dîwaran de bifetisin. Rabûn û protestokirina partiyên Kurdistanî dê Diasporayê jî çalak bike.
Yanî motor û serkêşî ji nava welêt destpê dibe. Piştî bi karanîna motorê û bi rêketina wê, herkesên li ser rêyane, dê bixwazin bikevin nava wê girseya ku motor dikşîne…
Bûbê Eser
Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
Nûvekirina herî dawî: 05:54:42
