HPGê û artêşa Tirkiyê amarên şer belav kirin

Hêzên Parastina Gel (HPG), baskê serbazî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand ku ji 1ê Îlonê heta 3ê Îlonê 21 leşkerên Tirkiyê li navçeyên Xakurk û Zapê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de hatine kuştin û herwiha helîkoptreke Artêşa Tirkiyê jî hatiye xistin. Wezareta Bervaniya Tirkiye jî herî dawî canjidestdana 5 gerîlayên PKKê di operasyonên Pençe Kilîd û Pence Brûsk ên artêşa welatê xwe de ragihandibû.

05.09.2022, Pts - 06:30

HPGê û artêşa Tirkiyê amarên şer belav kirin
Nuçe Belav bike

HPGê di daxuyaniya xwe ya îro 4ê Îlona 2022an de ragihandiye, gerîlayên wan li navçeyên Xakurk û Zapê ji 1ê Îlonê heta 3ê Îlonê 18 êrîş li dijî leşkerên artêşa Tirkiyê pêk anîne û di wan êrîşan de 21 leşkerên Tirkiyê kuştine.

HPGê herwiha îdia kiriye ku di êrîşekê de helîkoptreke artêşa Tirkiyê ya ji corê Skorksy hatiye xistin. Lê artêşa Tirkiyê û Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê wê yekê de tiştek negotine û ti aliyekî din ev îdiaya HPGê piştrast nekiriye.

Li aliyê din Wezareta Berevaniya Tirkiye herî dawî roja Înê 2ê Îlona 2022ê ragihandiye, 3 gerîlayên PKKê li navçeya operasyona Pence Kilîd hatine kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha roja Pêncşembê 1ê Îlona 2022an di daxuyaniyekê de kuştina leşkerekî xwe li navçeya operasyona Pence-Kilîd ragihandibû.

Di daxuyaniyê de hatibû gotin, leşkerê bi navê “Okan Meteoz” di encama “teqîna bombeyekê” de li devera Zap-Avaşîn hatiye kuştin.

Roja 31ê Tebaxê jî Wezareta Berevaniya Tirkiyê dabû xuyakirin, ku di êrîşeke esmanî ya artêşa wî welatî de 2 gerîlayên PKKê li navçeya Avaşîn canê xwe ji dest dane.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta hebûna binke û baregehên gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewam e.

Operasyona “Pence-Kilîd” navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li sînorê qezaya Amêdiyê ve li xwe digire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 465 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:04:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x