Dêrezor: Hêzên Koalîsyonê piştî vekişînê cara yekem derketin dewriyeyê
Dewriyeyeke leşkerî ya Koalîsyona Navneteweyî ku ji 5 wesayîtan pêk dihat, li gundewarê bakurê Dêrezorê li herêma di navbera bajarokê El-Izbeh û Kargeha Gazê ya Konîkoyê de geriya.

Di heman demê de helîkopteran jî li esmanê herêmê firînên xwe domandin.
Li gorî agahiyên Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ev dewriye ji destpêka vekişîna gav bi gav a Hêzên Koalîsyonê ya ji Dêrezorê û vir ve di cureya xwe de ya yekem e.
SOHRê roja 2yê Hezîranê ragihandibû ku Amerîkayê ji nişka ve ji du baregehên xwe yên sereke yên li rojhilatê Dêrezorê yên di nav herêmên di bin kontrola HSDê de dest bi vekişînê kiriye.
Vekişînê 18ê Gulanê dest pê kiribû û di destpêka Hezîranê de hatibû dîtin ku konvoyên zirxî û alavên lojîstîk ji Kêlgeha Petrolê ya El-Omerê û Kargeha Gazê ya Konîkoyê derdikevin.
Baregeha El-Omerê li Sûriyeyê baregeha herî mezin a leşkerî ya Amerîkayê bû û her du baregeh jî di du salên dawî de gelek caran rastî êrişên komên çekdar ên ser bi Îranê ve hatibûn.
Piştî vekişînê, yekîneyên Komando yên HSDê li wan cihên ku hêzên Amerîkî vala kiribûn, bi cih bûn.
Nûvekirina herî dawî: 12:09:42