Sirri Sakik: Komîsyonê hişyarî da dayîka ku bi Kurdî axivî

Di civîna pêncemîn a komîsyona ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de civiya de, guh li Dayîkên Aştiyê hat girtin.

21 Tebax 2025 - 10:38
21 Tebax 2025 - 10:38
 0
Sirri Sakik: Komîsyonê hişyarî da dayîka ku bi Kurdî axivî

Hat îdiakirin ku daxwaza axaftina bi Kurdî ya Nezahat Teke û Rebia Kiranê ji aliyê Numan Kurtulmuş ve nehatiye qebûlkirin.

Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik, bi gotinên “Yên ku tehemûlî axaftina bi Kurdî ya Dayîkeke Aştiyê nekin, dê çawa aştiyê ava bikin?” bertek nîşanî vê yekê da.

Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, doh di civîna xwe ya pêncemîn de li ser navê Dayîkên Aştiyê guh da Nezahat Teke, Rabia Kiran û Turkiye Bozkurtê.

Daxwaza axaftina bi Kurdî ya Teke û Kiranê, ji aliyê Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş ve bi hinceta “rêziknameya navxweyî ya parlamentoyê û rêziknameya zimanê fermî” hat redkirin.

Kurtulmuş xwest ku civîn bi Tirkî berdewam bike.

Nezahat Tekeyê nehiştina axaftina xwe ya bi Kurdî wekî “neheqî”yê bi nav kir.

Dayîka Aştiyê Rebia Kiranê bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir lê piştî hişyariyan axaftina xwe bi Tirkî domand.

“Dê çawa aştiyê ava bikin?”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, li ser vê rewşê bi rêya hesabê xwe yê Xê bertek nîşan da û wiha got:

“Îro li komîsyona parlamentoyê Dayîkeke Aştiyê ji ber ku bi Kurdî axivî tê hişyarkirin û axaftina wê tê birîn.

Yên ku tehemûlî axaftina bi Kurdî ya Dayîkeke Aştiyê nekin, dê çawa aştiyê ava bikin?

Hey komîsyon, li vî welatî aştî, dema ku rêz li deng, ziman û êşa Dayîka Kurd were girtin, dest pê dike. Ya mayî gotinên vala ne.”

 

Ev nûçe bi tevahî 36 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:40:14