Pedersen: Girîng e ku peymana HSD û Şamê bê bicîhanîn

Nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Sûriyeyê hêvî dike ku, têkiliyên di navbera HSD û Şamê de pêş ve biçin. Herwesa got, "Girîng e ku peymana 10ê Adarê berî dawiya vê salê bê bicîhanîn."

22 Tebax 2025 - 10:32
22 Tebax 2025 - 10:32
 0
Pedersen: Girîng e ku peymana HSD û Şamê bê bicîhanîn

Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî doh (Pêncşem, 21ê Tebaxa 2025ê) li ser rewşa Sûriyeyê civiya.

Nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Sûriyeyê Geir O. Pedersen di wê civînê de ragihand, “Terorîstên biyanî li ser ewlehiya Sûriyeyê gefên mezin in, û rayedarên Sûriyeyê jî bi hişyarî pabendbûna xwe bi bicîhanîna hemî rêkarên pêdivî li dijî terorîstên Qaîdeyê û yên biyanî tekez kirin.”

Nûnerê Taybet Neteweyên Yekgirtî li Sûriyeyê di derheqa têkiliyên di navbera HSD û Şamê de jî got, “Ez hêvî dikim ku têkiliyên di navbera her du aliyan de pêş ve biçin.” Tekez jî kir, “Girîng e ku peymana 10ê Adarê berî dawiya vê salê bê bicîhanîn.”

Pedersen herwesa li ser rewşa parêzgeha Suweydayê jî got, “Hikûmeta niha ya Sûriyeyê berpirsiyarê aloziyên li Suweydayê ye. Em wan vîdyoyan şermezar dikin ên ku nîşan didin ku, sivîlek li nexweşxaneyeke wê parêzgehê bi hovanetirîn awa tê kuştin.”

Navbirî amaje jî da, "Ji bo lêkolîn û eşkerekirina tawanbarên bûyerên Suweydayê, komîteyeke demkî hatiye êkirin. Divê rapora wê komîteyê bi eşkereyî ji raya giştî re bê parvekirin û lêpirsîn bi tawanbaran re jî bê kirin."

Nûnerê Taybet Neteweyên Yekgirtî li Sûriyeyê tekez kir ku, divê serokên hemî aliyên li Sûriyeyê berpirsiyariyê bigirin ser xwe û dawiyê li cudakarî û parvebûnê bînin.

Pedersen li ser rewşa Suweydayê jî got, “Piştî peymana agirbestê, rewşa wê parêzgehê niha aram e û em ji nêz ve dişopînin.” Herwesa got, "Divê rêz li serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê bê girtin."

Navbirî eşkere jî kir, "Divê di paşerojê de tundûtîjî nemîne û rewşa Sûriyeyê aram û tena be, herwesa pêdivî ye hêz di nav Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de bibin yek.”

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li roja 10ê Adarê peymanek ji bo hevgirtina dezgehên sivîl û yên leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê bi Hikûmeta Sûriyeyê re îmze kir, ku deriyên sînorî, balafirxane û zeviyên petrol û gazê jî vedigire.

Herwesa ew peyman yekparçeyîya axa Sûriyeyê jî tekez dike û parvekirina wê jî red dike. Ji dema îmzakirina wê ve gelek rûniştin ji bo danûstandinan hatine lidarxistin lê heta niha çi pêşkeftinek di vî warî de çê nebûye.

 

Ev nûçe bi tevahî 28 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:42:34