Zelenskyy çû Washingtonê
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy gihişt Washingtona paytexta Amerîkayê.

Zelenskyy dê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û komek serkirdeyên Ewropayê re beşdarî gotûbêjên li ser bidawîanîna şerê Rûsya û Ukraynayê bibe.
Zelenskyy li ser platforma Xê nivîsî, “Daxwazeke me ya xurt heye ku em vî şerî bi lez û bi awayekî pêbawer bi dawî bînin.”
Wî got ku divê aştî mayînde be, “ne wekî salên berê, dema ku Ukrayna neçar ma dev ji Qirimê û beşek ji rojhilatê me -beşeke Donbasê- berde û Serokê Rûsyayê ev yek tenê wekî zemînekê ji bo êrişeke nû bi kar anî.”
Wî her wiha “garantiyên ewlehiyê” yên ku sala 1994an pêşkêşî Ukraynayê hatibûn kirin rexne kirin û got ku ew bi ser neketin.
“Ukraynayî ji bo axa xwe şer dikin”
Zelenskyy got ku wekî Ukraynayiyan piştî sala 2022yan dev ji Kiev, Odesa an Xarkivê berneda, diviyabû ti carî dev ji Qirimê nehatiba berdan û biland:
“Ukraynayî ji bo axa xwe, ji bo serxwebûna xwe şer dikin. Niha, leşkerên me li herêmên Donetsk û Sumiyê serkeftinan bi dest dixin.”
“Divê Rûsya vî şerî bi dawî bîne”
Wî anî ziman ku ew bawer e ew dê Ukraynayê biparêzin û ewlehiyê bi bandor misoger bikin û got:
“Gelê me dê her tim ji bo piştgirî û alîkariya wan a bêhempa minetdarê Serok Trump, her kesê li Amerîkayê û her hevkar û hevpeymanekî be.
Divê Rûsya vî şerê ku wê bi xwe dest pê kiriye bi dawî bîne û ez hêvîdar im ku hêza me ya hevbeş a bi Amerîka û hevalên me yên Ewropayî re dê Rûsyayê neçarî aştiyeke rasteqîn bike.”
Trump û Putin roja înê civîneke sê saetî ya girtî li dar xistibû û Putin gotibû ku ew gihiştine “lihevkirinekê.”
Trump jî piştî civînê ji Fox Newsê re got ku li ser xalên girîng li hev hatiye kirin û tenê çend xalên biçûk mane.
Nûvekirina herî dawî: 11:43:16