Komîsyon dê ji bo pêvajoyê guh bide dayîkan

- Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê dê di civînên xwe yên vê hefteyê de guh bide Dayîkên Amedê, Dayîkên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û gelek sazî û rêxistinên civaka sivîl.

19 Tebax 2025 - 09:48
19 Tebax 2025 - 09:48
 0
Komîsyon dê ji bo pêvajoyê guh bide dayîkan

Komîsyon dê 19ê û 20ê Tebaxê li Eywana Merasîmê ya Parlamentoyê bicive.

Di rûniştina yekem a îro de Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaş dê pêşkêşiyekê bike.

Piştre nûnerên komeleyên malbatên leşker, polîs û gaziyan dê werin guhdarîkirin.

Di rûniştina duyemîn a heman rojê de jî dê Dayîkên Amedê biaxivin.

Sibe jî (20ê Tebaxê) di civîna komîsyonê de dê Dayîkên Aştiyê û Dayîkên Şemiyê werin guhdarîkirin.

Di rûniştina duyemîn de jî dê nûnerên Weqfa Alîkariya Mirovî, Maf û Azadiyan (ÎHH), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Piştgiriya Mezlûman (MAZLUMDER) û Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî werin guhdarîkirin.

Di civîna sêyemîn a Komîsyonê ya ku hefteya borî hatibû lidarxistin de biryar hatibû standin ku hejmara endamên Komîsyonê bibe 51.

Li ser vê yekê, Parlamenterê AK Partiyê yê Denîzliyê Cahît Ozkan, Parlamenterê CHPyê yê Enqereyê Umut Akdogan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat wekî endamên nû tevlî komîsyonê bûn.

Hat zanîn ku endamên hemû partiyan li hev kiribû ku guh bidin saziyên sivîl û dayîkan.

Tê payîn ku Komîsyon ji bo wergirtina nêrînên cuda, di rojên pêş de guhdarîkirina kes û saziyên din jî bidomîne.

 

Ev nûçe bi tevahî 20 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:56:34