Trump bangî Zelenskyy kir: Dev ji endamtiya NATOyê berde

Serokê Amerîkayê Donald Trump bangî Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy kir ku dev ji Qirimê û hewldanên endamtiya NATOyê berde û diyar kir ku ev her du mijar êdî ne di rojevê de ne.

18 Tebax 2025 - 10:40
18 Tebax 2025 - 10:40
 0
Trump bangî Zelenskyy kir: Dev ji endamtiya NATOyê berde

Serokê Amerîkayê Trumpê ku dê îro li Koşka Spî mazûvaniya Zelenskyy û serkirdeyên Ewropayê bike, li ser hesabê xwe yê Truth Socialê derbarê pêvajoya Rûsya û Ukraynayê daxuyaniyek da.

Trump anî zimên ku ew bi pêşwazîkirina hejmareke ew qasî zêde ya serkirdeyên Ewropayê serbilind e û teqez kir ku ew ê ji bo aştiyê hevdîtinên girîng pêk bînin.

Serokê Amerîkayê Trump ji Zelenskyy re got, "Heke bixwaze, dikare şerê bi Rûsyayê re tavilê bi dawî bîne yan jî dikare şer bidomîne."

Wî her wiha bi bîr xist ku Serokê berê Barack Obama bêyî ku guleyek bê teqandin Qirim daye Rûsyayê û ew der êdî venagere.

Trump da zanîn ku endamtiya Ukraynayê ya NATOyê jî êdî ne li ser maseyê ye.

Serokê Amerîkayê dê îro li Koşka Spî pêşî bi Serokê Ukraynayê Zelenskyy re bicive û pişt re jî bi beşdariya serkirdeyên Ewropayê dê hevdîtineke berfireh li dar bixe.

 

Ev nûçe bi tevahî 11 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:43:49