Numan Kurtulmuş li ser şewitandina 'Torosa spî' axivî
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş got, “Em dixwazin kuştinên kiryar nediyar ên ku bi Torosên spî tên sembolîzekirin bi temamî di dîroka Tirkiyeyê de bimînin.”

Berî civîna komîsyonê, li Enqereyê li ber deriyê Parlamentoya Tirkiyeyê Toroseke spî hat şewitandin û ajokarê wê hat desteserkirin.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, beriya Civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê li ser şewitandina otomobîleke “Torosa spî” ya li ber parlamentoyê daxuyanî da.
“Dê were zanîn ka ev çi ye û çi nîne”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş got:
“Tê gotin ku kesê otomobîl şewitandiye ji ber ku yasayeke derbarê daxistina bacê (OTV) ya ji bo otomobîlên kevn derneketiye ev çalakî pêk aniye.
Rewşeke derûnî ya vî kesî heye, berê jî li Mêrsînê otomobîleke din şewitandiye.
Lêpirsîn berdewam dike, dê bi hûrgilî were zanîn ka ev çi ye û çi nîne.”
Kurtulmuş axaftina xwe wiha domand:
“Em di serdemekê de ne ku behsa aştiyê dikin, em hêvî dikin ku teror li Tirkiyeyê bi temamî li paş bimîne û em dixwazin kuştinên kiryar nediyar ên ku bi Torosên spî tên sembolîzekirin, bi temamî di dîroka Tirkiyeyê de bimînin.
Dibe ku hinek kes hebin ku bixwazin bi zanebûn an jî nezanî li ser mijarên sembolîk ên bi vî rengî spekulasyonan çêbikin.
Divê em li hemberî bûyerên bi vî rengî yên takekesî gelekî hestyar bin û li hemberî wan tevgerên ku dê rê li ber nêzîkatiyên saxlem ên Tirkiyeyê yên li ser vê mijarê bigirin, baldar bin.”
Nûvekirina herî dawî: 12:16:22