97% ya tevlîbûyîyên rapirsiyekê li Tirkiyeyê dixwazin zimanê Kurdî bibe fermî
Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî di navbera 17 û 21ê Tîrmeha îsal de rapirsiyek kir, da ku asta axaftina bi zimanê Kurdî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê diyar bike.

Li gorî rapirsiyekê, li Bakurê Kurdistanê piraniya welatiyên Kurd hez dikin bi hev re bi zimanê Kurdî biaxivim. Her li gorî wê rapirsiyê, 97% dixwazin ku zimanê Kurdî bi awayekê fermî li nav navendên xwandinê hebe.
Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî rapirsiyeke taybetî li ser zimanê Kurdî di nav Kurdên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de kiriye. her li gorî wê rapirsiyê, axaftina bi zimanê Kurdî di nav wan kesên ku jiyên wan di ser 35 saliyê de ne rêjeyek berçav pêk tînin.
Ew rapirsî li 10 bajarên mezin ên Tirkiyeyê û 13 bajarên Bakurê Kurdistanê hatiye kirin ku Stenbol, Enqere, Îzmîr, Diyarbekir, Mêrdîn, Wan, Riha û Dîlok ji bajarên herî diyar in.
Bi tevahî, 23 bajar tevlî bûn. %88.2ê beşdaran Kurdên Kurd, %10.4 Zaza û %1.4 yên din bûn.
Encamên wê rapirsiyê bi vî awayî bûn:
23.5% ya Kurdan gotiye ku zimanê Kurdî pir baş dizanin.
43.2% gotiye ku zimanê Kurdî baş dizanin.
16.2% jî gotiye ku zimanê Kurdî baş nizanin.
Herwesa yên ku jiyên wan di ser 35 saliyê de ne gotiye ku, zimanê Kurdî baş dizanin. Lê yên ku jiyên wan di bin 35 saliyê de ye gotiye ku zimanê Kurdî baş nizanin.
Herwesa axaftina zarokan bi dê û bavên wan re bi vî awayî ye:
40.1% bi zimanê Tirkî, 24.7% bi Kurmacî û 1.3% jî bi Zazakî bi hev re diaxivin.
Axaftina bi zimanê Kurdî di jiyana rojane de bi vî awayî ye:
57.1% rojane, 25.7% li ser kar û 12.3% kêm bi zimanê Kurdî diaxivin û 4.8% qet bi zimanê Kurdî diaxivin naaxivin.
Herwesa 77.9% ya Kurdên Tirkiyeyê guh didin muzîk û stiranan û 37.2% kitêbên Kurdî dixwînin.
Nûvekirina herî dawî: 11:31:43