Hewlêr: Îraq hewl dide demografiya Kurdistanê biguherîne

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê hewl dide demografiya Herêma Kurdistanê biguherîne.

22 Tebax 2025 - 10:30
22 Tebax 2025 - 10:30
 0
Hewlêr: Îraq hewl dide demografiya Kurdistanê biguherîne

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de siyaseta Hikûmeta Îraqê ya derbarê dosyeya koçberên navxweyî bi tundî rexne kir.

Wezaretê ragihand ku Bexda hewl dide koçberan neçar bike ku li derveyî deverên xwe yên resen bimînin û ev yek wekî “pîlaneke ji bo guhertina demografiyê” bi nav kir.

"Zext li ser 600 hezar penaberan tê kirin"

Wezareta Karên Navxwe da zanîn ku zêdetirî 600 hezar koçber ku piraniya wan Mesîhî û Kurdên Êzidî ne, hîn jî li 18 kampên Herêma Kurdistanê dimînin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li şûna ku Hikûmeta Îraqê ji bo vegera wan hêsankariyan bike, hewl dide wan neçar bike ku li derveyî warên wan ên resen niştecî bibin.”

Wezaretê ev pêngava Bexdayê wekî “binpêkirineke li dijî destûr û mafên bingehîn” bi nav kir.

Binpêkirina yasayên navneteweyî

Li gorî daxuyaniyê, ev pêngava Bexdayê li dijî destûra Îraqê, prensîbên Neteweyên Yekbûyî yên derbarê koçberiya navxweyî û yasayên mirovî yên navneteweyî ye ku tekezî li ser vegera dildarane û bi rûmet a koçberan dikin.

Daxwaza gavên bilez tê kirin

Wezareta Karên Navxwe ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê,  daxwaza avêtina çend gavên bi lez dike û ku ew jî wisa ne:

“Divê Hikûmeta Îraqê bi lez biryarên Wezîrê Koç û Koçberan rawestîne û pêwîst e Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina mafên koçberan destwerdanê bike.

Divê Peymana Şingalê bi lez were cîbicîkirin û deverên koçberan bên avedankirin da ku zemîneya vegerê were amadekirin.”

 

Ev nûçe bi tevahî 25 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:39:17